Li gorî encamên fermî Paul Biya yê 92 salî, di hilbijartinên serokatiyê de ji sedî 53.66`ê dengan girtiye û bi ser ketiye.
Bi vê yekê jî, Paul Biya cara 8`emîne di hilbijartina serokatiyê de bi ser dikeve.
Biya ev 43`ê salin li ser desthilatdariyê ye û piştî vê serkevtinê wê 7 salên din jî karê serokatiyê bidomîne.
Li gorî saziyê, namzed Issa Tchiroma Bakary jî ji sedî 35.19`ê dengan girtiye û buye duyemîn.
Issa Tchiroma Bakary diyar kiribû ku ew di hilbijartinan de bi serketiye û îdîa dikir ku di encamên hilbijartinan de lîstok û sextekarî çêbûye.
Li gorî çavdêran, parçebûnên di nav muxalefetê de, serkeftina Paul Biya misoger kir.