Li Silêmaniyê ji ber nêçîra kevokên kûvî 7 kes hatin binçavkirin

Polîsên Daristan û Jîngehê yên Silêmaniyê li derdora gundên bajarokê Erbetê 7 kes bi tometa nêçîra kevokên kûvî binçav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh polîsên Daristan û Jînghê yên Silêmaniyê daxuyandin ku li ser agahiya nêçîra kevokên kuvî tê kirin çûne derdora gundê Razyane yê bajarokê Erbetê û hinek kes bi tohmeta nêçîra kevokên kûvî (kevokên şîn) dikin, binçav kirine.

Her wiha 3 kêr û 13 kevokên ku ji aliyê wan ve hatine serjêkirin jî  desteser kirine.

Her wiha polîsan eşkere kirin ku tedbîrên pêwîst yên qanûnî li dijî kesên binçavkirî hatine girtin û doza wan niha ji bo biryara dawî li ber destê dadwer e.

Nêçîra çûk û ajalên kûvî, bi taybetî di demsala çêlbûnê û koçberiya wan de, li gorî yasayên Herêma Kurdistanê qedexe ye û cezayên yasayî li ser wan hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye