Li Efrînê ji alîyê 'Komîteya Aboriyê' ve berhemên zeytûnan tên dizîn

Tevî avakirina Komîteya Aborîyê ji aliyê Hikumeta Vêguhêz ve, dizîna berhemên zeytûnan a cotkarên Efrînê bi destê serçeteyên girêdayî dewleta Tirk û heman komîteyê ve dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hilweşîna rêjîma Esed gelek malbatên çeteyan vegeriyane malên xwe. Lê bi hatina demsala berhevkirina zeytûnan re, serçeteyan ji bo diziya zeytûnan ji 100 kesî heya 300 kes anîne herêma Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriye di çend rojên borî de dizîna bêtirî 900 darên zeytûnê yên gund û bajarên Efrînê belge kirin.

Ev yek jî bi destê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ku bi navê berpirsên "aboriyê" tê nasîn, pêk tê.

 

Rêxistinê diyar kir ku li gundê Kurdo yê bajarokê Bilbilê, çeteyê bi navê Ebû El Iz ku serçeteyê "Ceyş El Nuxbê" ye, beriya 2 rojan berhemên 200 darên Cemal Reşîd Reşkêlo dizîn.

Li gundê Heftaro jî serçeteyekî "Lîwa Siqûr El Şemal" piştî ku komîteyek ji welatiyên hewirde ava kir berhema  300 darên zeytûnan ên cotkar Şiyar Heftaro, dizîn.

Li gundê Naza yê navçeya Şerayê jî çeteyên bi navê Hesen Kûsa û Ebû Ewed ên "Ceyş El Nuxbe" berhema 110 darên zeytûnan ên cotkar Hemîd Osman ê ji gundê Aqîbê dizîn.

 

Ne tenê didizîn, çete bi bêwijdanî şaxên daran jî dişkînin

 

Hat eşkerekirin ku xwediyên van baxçeyan, ji bo berhevkirina berhemên xwe, bi awayekî qanûnî wekalet dabûn xizmên xwe, lê belê çete van belgeyan nas nakin.

Rêxistinê diyar kir ku "Komîteya Aborî"yê yê bajarê Şera ji cotkaran xwest ku belgeyên fermî yên ji bo baxçeyên xwe pêşkêş bikin, eger nekin dê komîte dest deyne ser baxçeyên wan û wê bibe milkê komîteyê.

Hat diyarkirin ku ji bo rêdana berhevkirina bermehê, komîteyê berê şahid û muxtar ji bo tesbîtkirina belgeyan erkdar kiribûn, lê tevî wê jî komîteyê dîsa belge xwestin û gefa destdanîna ser baxçeyan xwar.

 

Komîteya Aboriyê dizîna berhemên zeytûnan rewa dike

 

Rêxistinê bi bîr xist ku pêkanînên li Efrînê rûdidin, diyar dikin ku talankirina milkên şêniyan di bin siya rêveberiya Tirkiyê de tê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriye dewleta Tirk berpirsiyarê van binpêkirinan dît û da zanîn ku "Tiştê li dijî cotkaran tê kirin, bi çekê tê kirin û bi biryarên aborî yên sexte tên rewakirin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye