PDK û Sûdanî cezakirina berpirsên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tekez kirin

Ji bo rêgirtina li êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Îraqê duh şandeyeke PDK`ê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya. Di civînê de teqezî li ser dîtin û cezakirina sûcdarên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û rêjîma Îranê de her ku diçe gûrtir dibe.

 

Ev şer bandorek neyînî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.

 

Duh şandeyek Fraksiyona PDK`ê li Parlamentoya Îraqê bi Serokwezîrê Îraqê re civiya.

 

Di beşek civînê de, dosyeya êrîşên berdewam ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin nîqaş kirin.

 

Şandeyeke Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

 

Li gorî agahiyan di civînê de tekezî li ser dîtin û cezakirina sûcdarên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî hat kirin.

 

Her wiha di civînê de hatiye ronkirin ku, ji ber ku komên çekdaran "platformên gerok" ji bo avêtina mûşek û dronan bi kar tînin, tawanbarên wan êrîşan hîn bi tevahî nehatine destnîşankirin û dîtin.

 

 

Mesrûr Barzanî û serokê Îmaratê derbarê êrîşan de guftûgo kirin

 

 

 

Li aliyekî din jî şeva borî ya li ser Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê êrîş pêk hat.

 

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zayed Al Nehyan derbarê mijarê bi rêya telefonê axivîn.

 

Her du aliyan êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kirin.

 

Her du aliyan girîngiya bihêzkirina pêwendiyên dualî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Ebû Dabiyê de dubarekirin.

 

 

Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda tawanbarên van êrîşan bigire û ceza bike

 

 

Her wiha Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonê de bi Serokê Îmaratê re êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê şermezar kir.

 

Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku divê Hikûmeta fedral a Îraqê berpirsiyariya xwe ya parastina can û ewlehiya nûnerên dîplomatîk bicîh bîne û got:

 

"Divê Bexda gavên cidî biavêje da ku rêyê li wan koman bigire û tawanbarên van êrîşan bigire û ceza bike."

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye