Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyê Tom Barrack serdana Başûrê Kurdistanê kir û li wê derê gelek hevdîtin pêk anî.
Tom Barrack li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî civînê daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin:
“Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyê hate gotûbêjkirin.
Her wiha mijara pêşxistina hevkariya di navbera Kurdan û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hate nîqaşkirin.
Di civînê de behsa çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevkirina di navbera aliyan de ji bo dabînkirina hemû mafên Kurdan û pêkhateyên din yên li Sûriyê hate kirin.”
Her wiha hate ragihandin ku di civînê de tekezî li ser dabînkirina aramî û ewlehiyê ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Mazlûm Ebdî naveroka civînê eşkere kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Ebdî da zanîn ku wan di civînê de gelek dosyayên girîng gotûbêj kirine û got:
“Yek ji wan mijarên herî girîng gavên pratîkî yên ji bo tevlîkirina hêzên me û Rêveberiya Xweser a di nav Hikûmeta Sûriyê de bû.
Her wiha ji bo xurtkirina pêvajoya siyasî û aramiyê me şopandina bicihanîna peymanan nirxand.”
Fermandarê Giştî yê QSDyê eşkere kir ku wan tekezî li ser piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî terorê kiriye û wiha lê zêde kir:
"Em hewl didin ku li Sûriyê çareseriyeke siyasî ya berfireh pêk were.
Ev çareserî dê beşdariya hemû pêkhateyan di nav hikûmetê de û diyarkirina paşeroja welêt garantî bike."
Mazlûm Ebdî: Rola piştgir a Herêma Kurdistanê gelekî girîng e
Mazlûm Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê jî û got:
“Rola piştgir a Herêma Kurdistanê ya di warê xurtkirina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de gelekî girîng e.
Rola Herêma Kurdistanê xizmeta aştî û ewlehiya navçeyê dike.”
Tom Barrack bi Mesrûr Barzanî re civiya
Beriya vê civînê Tom Barrack bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiyabû.
Di civînê de girîngiya pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Amerîkayê, Îraq û Herêma Kurdistanê de hat nirxandin.
Her du alî li ser wê yekê lihev kiribûn ku divê şirketên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di qada enerjiyê de zêdetir bixebitin û beşdar bibin.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê piştgirî li hikûmeta nû ya federal a bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî bê kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.
Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li ser aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.
Her du aliyan tekez kir ku divê di demeke nêzîk de dawî li xitimîna siyasî bê anîn.
Tom Barrack bi serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re jî civiya
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyê Tom Barrack bi Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî re jî civiya.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya karkirina bi hev re û hevahengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Îraqê.
Tom Barrack behsa pêwîstiya aramkirin û parastina pergala siyasî ya Îraqê kir.
Barrack girîngiya parastina rola dewletê ya di kontrolkirina hêzên çekdar ên nefermî de anî zimên.
Mesûd Barzanî: Pêwîst e hemû alî ji xeletiyên berê dersê werbigirin
Mesûd Barzanî diyar kir ku "pêwîst e hemû alî ji xeletiyên berê dersê werbigirin.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî xwest ku li ser bingeha şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê û di çarçoveya destûrê de kar bê kirin.
Tom Barrack Bi serokê YNK'ê Bafil Talebanî re civiya
Di heman demê de Tom Barrack bi Serokê YNK’ê Bafil Talebanî re jî civiya.
Di civînê de behsa piştgiriya ji bo hikûmeta nû ya Îraqê hat kirin.
Talebanî nerazîbûna xwe ya der barê avanekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê de anî ziman û ragihand ku rewatiya hikûmetê ketiye bin pirsyarê.