Şandeya Îmraliyê û serokê Parlamentoya Tirkiyê civiyan

Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, rojeva sereke pêvajoya aşîtiyê ye. Di aliyê gavavêtinên qanûna çarçove de nîqaş û hevdîtin hene. Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, bi endamên şandeya Îmraliyê, parlamentera Wanê Pervîn Buldan û parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar re civiya. Aliyan bi daxuyaniyên cuda ragihand ku wan di civînê de li ser pêvajoya aştiyê, bi taybet jî li ser derxistina çarçoveya qanûnan, nîqaş kirine.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Pêvajoya aşitiyê li Tirkiye û Bakûre Kurdistanê, rojeva sereke ye.  

Bi taybet di aliyê gavavêtina qanûna çarçove de hevdîtîn çêdibin û daxuyanî tên dayîn.

Duh, şandeya Îmraliyê û serokê meclisê Numan Kurtulmuş li hev civiyan.

Di civînê de, xebatên Şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê, hevdîtinên ku bi aliyên siyasî re hatine kirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bê ka di kîjan qonaxê de ye, hatin behskirin. 

Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rapora Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê TBMM’ê hatibû avakirin, hat diyarkirin û mijarên têkildarî serkeftina temamkirina pêvajoyê hatin nirxandin.

Di peyamekê de ku ji aliyê hesabê fermî yê medya dijîtal ya Parlamentoya Mezin a Tirkiyê ve hat kirin, der barê hevdîtinê de ev hat gotin:

"Heta niha di çarçoveya pêvajoyê de pêşveçûn û serkeftinên girîng hatine tomarkirin.

Li gorî berpirsyariyên ku saziya siyasî girtine, encamên girîng û binirx hatine bidestxistin.

Di hevdîtinê de, hat tekezkirin ku di qonaxa pêş de ji bo serkeftina temamkirina pêvajoya 'Tirkiya bê teror', divê di parlamentoyê de xebatên pêwîst bên kirin û qanûnên pêwîst bên cîbicîkirin."

Şandeya DEM Partî: Me li ser derxistina çarçoveya qanûnî nîqaş kir

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê jî têkildarî civînê, li ser medya dîjîtal daxûyaniyekê nivîskî ji raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya nivîskî ya şandeyê wiha ye:

"Me bi serokê meclisê birêz Numan Kurtulmuş re hevdîtinek kir ku 40 deqeyan dom kir.

Rojeva hevdîtina me çarçoveya qanûnî bû.

Me di hevdîtinê de fikra xwe ya li ser çarçoveya qanûnî ku divê di bin banê meclisê de bê çêkirin, anî ziman.

Birêz Numan Kurtulmuş jî diyar kir ku ew jî di heman fikrê de ye û hewldanên wî yên li ser vê mijarê dê berdewam bikin.

Li ser derxistina çarçoveya qanûnî û gavên şênber û li ser vê mijarê, fikra hevpar û destekdana rola Parlamentoya Mezin a Tirkiyê di vî warî de girîng bûn."

Tuncer Bakirhan: Divê parlamento bi derxistina qanûnê dîrokê binivîse

Duh Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di komcivîna partiya xwe ya meclîsê de rojevên heyî nirxand.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên pêwîst bên avetin û wiha got:

“Êdî çarçoveya qanûnî nayê taloqkirin.

Ji bo çareseriyeke mayîndê divê qanûnên civaka demokratîk, qanûnên hemwelatiyên azad û firehkirina demokrasiya herêmî bên çêkirin.

Ji bo wê jî em vê bangê dikin, Heta meclîs neketiyê batlaneyê divê ew gav bên avetin.

Ji ber her ku pêvajoya aştiyê tê dirêjkirin bawerî kêm dibe.

Divê meclîs hefteya pêşiya me çarçoveya qanûnî çêbike û dîrokê binivisîne.”

Dema xebatê ya parlamentoyê hat dirêjkirin

Ji aliyê din ve, li gorî rêziknameyan, diviyabû Meclisa Tirkiyê di 1ê Tîrmeha 2026an de biketa betlaneyê, lê di 16'ê Hezîranê de di civîna giştî de biryar hate girtin ku dê meclis nekeve betlaneyê û dê xebatên xwe bidomîne.

Ev biryar di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye