Piştî hilweşîna rêjîma Baasê di 8 kanûna 2024`an de, Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû.
Bi ketina Rêjîma Baas`ê re gelek dergehên Sînorî ku bi salan e girtî bûn, hatin vekirin.
Di demên dawî de amadekariyên vekirina deriyê Nisêbînê tên kirin.
Ev dergeh di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye, dergehekî girîng ê bazirganiyê di navbera her du welatan de ye.
Ev dergeh weke yek ji şahdamarên bazirganiyê di navbera her du aliyan de dihat dîtin.
Di sala 2011'an de, Rêjîma Baas`ê ligel lihevkirineke bi Tirkiyê re deriyê Nisêbînê girt.
Tevî bangên Rêvebriya Xweser ji bo vekirina deriyên sînorî jî, lê nedihat vekirin.
14 sal in ev deriyê sînorî girtî ye
Piştî 14 salan ji girtina dergeha Nisêbînê, xebatên sererastkirinê ji bo vekirina deriyê Nisêbînê tên kirin.
Biryar bû ku di vê hefteyê de deriyê Nisêbînê bihata vekirin.
Tirkiyê ji aliyê xwe ve ragihand ku ew amade ne deriyê sînorî yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de vekin.
Lê Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ragihand ku demeke dirêj ji bo vekirina dergehê Nisêbînê, pêwîst e
23 dergehên sînorî li Sûriyê hene
Heta roja îro, Sûriye di erdnîgariya cîhanî de wek deriyek ji bo veguhastina di navbera Rojhilat û Rojava de bi rêya 23 deriyên sînor ên fermî cih digire.
Deriyên sînorî yên fermî yên Sûriyê bi welatên cîran re wiha ne:
5 derî bi Îraqê re ne, ew jî ev in: Tenf, Bûkemal, Welîd, Til Koçer û Sêmalka
10 bi Tirkiyê re ne, ew jî, ev in: Bab El Selame, Bab El Hawa, Cerablus, Girê Spî, Keseb, El Raî, Nisêbîn, Dirbêsiye, Hemam û Serêkaniyê
6 bi Libnanê re ne, ew jî, ev in: Mesna, Debûsiye, Erîde, Cûsiye, Tilkelax û Metraba
2 bi Urdunê re ne, ew jî, ev in: Nesîb û Remsa-Dara
Her wiha Tirkiyê di demên dawî de bi rêya deriyê Rebîa yê li Sûriyê bazirganiya xwe dike.
Deriyê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de xeta bazirganiyê ya di navbera her du aliyan de ye.
Eger Tirkiyê û Îraq bazirganiyê bi rêya deriyê Rebîayê bike, wê bandorê li bazirganiya Başûrê Kurdistanê bike.
Li gorî çavdêr dibêjin ku dahata Herêma Kurdistanê wê ne weke ya berê be.
Deriyê sînorî yê Rebîayê yê di navbera Îraq û Sûriyê de, piştî 12 salan careke din tê vekirin û dikeve xizmetê.
Ev jî piştî guhertinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê pêk hatin.