DMME’yê di biryara xwe de, diyar kir ku Moskovayê li ser xetên sînor ên li herêmên Abhazya û Osetyaya Başûr piştgirî daye binpêkirina mafên welatiyên xwecihî.
Dadgehê da zanîn ku vê bandor li nêzî 29.hezar welatiyan kiriye û ev biryar da ku ji welatiyên mexdûr re tezmînata manewî were dayîn.
DMME’yê destnîşan kir ku binpêkirina mezin herî kêm li ser 23.hezar welatiyên Gurcî pêk hatiye, ev welatî wê ji ber binpêkirina mafê jiyana taybet, parêzbendiya xaniyan û mafên milkiyetê tezmînatê bistînin.
Rûsya di sala 2022’yan de piştî dagirkirina Ûkraynayê ji Konseya Ewropa hatiye derxistin, ji ber vê yekê Moskova gelek caran da zanîn ku ew biryarên DMME’yê zarûrî nabîne û cezayên bi vî rengî nade.