Hêvîn Silêman diyar kir ku ti pêşketinên ji bo aramkirina rewşa her du taxan nîne û ew hewl didin hevdîtinan bi parêzgarê Helebê re bikin.
Hêvîn Silêman da zanîn ku Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dorpêç hîna kirîne û çekdarên hikûmeta Şamê rê nadin sotemenî derbas bibin.
Hevseroka taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eşkere kir ku piştî êrişa 6'ê Cotmehê ti hevdîtinên wan bi berpirsên Sûriyeyê re çênebûn.
Hêvîn Silêman destnîşan kir ku berê wan li zivistanê ye pêwîstî bi sotemeniyê heye û got: “Li xalên ewlehiyê astengî ji xelkê re tên çêkirin û heta niha du ciwan hatine girtin.”