Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û partiya Nefşê Nû îro li Silêmaniyê civîna lûtke ya encûmena bilind li dar xist.
Di civînê de li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û rewşa Başûrê Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
Her wiha her du aliyan amadebûna xwe ji bo avakirina kabîneya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nîşan dan.
YNK û Nifşê Nû: Ji bo avakirina kabîneya nû em amade ne
Piştî civînê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû li ser avakirina kabîneya nû ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Her du aliyan ragihand ku ew amade ne li ser bingeha hilbijartinê hikûmeteke hevseng ava bikin ku ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve bê pejirandin.
Xalên girîng yên di daxuyaniyê de wiha ye:
Divê ev hikûmet hevseng be û ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê , Îraqê û civaka navneteweyî ve were qebûlkirin.
Her wiha divê hikûmetek be ku çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên di navbera Îraq û Başûrê Kurdistanê de bibîne.
Em hemû aliyan agahdar dikin, pêkneanîna hikûmetê rasterast bi jiyan, debara xelkê û paşeroja Başûrê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, her aliyê ku bibe rêgir li ber pêkanîna hikûmetê, dê li beramberî xelkê Başûrê Kurdistanê û her rewşa ku di paşerojê de derkeve berpirsiyar be.