Di ser komkujîya Vartînisê re 32 sal derbas bû

Di 3'ê Cotmeha 1993'an de li Bakurê Kurdistanê li herêma Vartînisê (Altinova) malbatek ku ji 9 kesan pêk dihat ji aliyê leşkerên Dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Valakirina gundan yek ji mînakên herî berbiçav ên polîtîkayên bênifûskirinê ya li Bakurê Kurdistanê ye ku di salên 1980'yan de dest pê kiriye û di salên 1990'an de lez daye, yek ji mînakên herî navdar ên vê pêvajoyê gundê Vartînis û komkujiya ku li wir hatiye pêkanîne.

Komkujiya Gundê Vartînis bûyereke trajîk e ku di 3'ê Cotmeha 1993'an de li gundê Vartînis (Altınova) yê navçeya Beranikê (Korkut) a Mûşê qewimî.

Malbata Ogut ku ji dayikek ducanî, bav û heft zarokan pêk dihat, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin şewitandin. 

Her çend 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûbe jî, şopên vê bûyera tirsnak hîn jî li gund tê dîtin.

 

Di sala 1993'an de çi çêbû?

 

Di 2'yê Cotmeha 1993'an piştî ku li bejahiya bajarokê Beranikê di navbera artêşa Tirk û Gerîlayên PKK de şer derdikeve û efserekî payebilind ê artêşa Tirk tê kuştin.

Piştî vê pêvçûnê artêşa Tirk berê xwe dide qada sivîlan, gund û derdora gundan dişewitîne.

artêşa ku gelek gund dan ber xwe dema tên Vartînisê rêjeya êrîşa xwe derdixin asta herî jor.

Li gundê Vartînis ku berê ferzkirina Korucîbûyînê qebûl nekiribû êrîşê xwe digihînin asta qetlîamê. Malbata Ogut tevî xaniyê ku tê de ne didin ber agir. 

 

Vartînîs hê jî li benda edaletê ye

 

Keça Nasır Ogut, Aysel Ogut ku ji ber roja komkujiyê ne li mal bû xilas bû piştî 8 salan ji bo cezakirina bersucan doz vekir.

Doza ku li Mûşê dihat dîtin bi hinceta ewlehiyê neqlî Kirikkaleya bajarê Tirkiyê hat kirin.

Di dozê de wek bersuc efserê tîma Cendermeyan a wê demê Serbaz Bulent Karaoglu, fermandarê boluka Komandoyan a Navçeya Haskoyê Serbaz Hanefî Akyildiz, Çawişê Cendermeyan Turhan Nurdogan û Rêveberê Şaxa operasyonên Taybet a Polîsan a Muşê Şerafettîn Uz tên darizandin.

Lê heya niha ti bersûc nehatin cezakirin û rûniştiên dozê her bi hincetên cuda tên taloqkirin. Herî dawî di 22'ê Îlona 2022'an dadgehê bi hinceta guhertina heyetê rûniştinê taloq kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24