Şandeya Îmraliyê wê di saet 18`an de bi Erdogan re bicive

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar beriya ku biçin li ber deriyê navenda giştî daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê.

Pervîn Bûldanê anîn ziman ku ji bo pêvajoyê ew her tim bi Erdogan re di nava tekiliyê de ne û got:

 “Em di serdemeke dirokî re derbas dibin. Em ê bi hev re li ser gavên bên avetin gotûbêj bikin. Ji ber vê yeke ev hevdîtin pir girîng û watedar e.

 Merhaleya pêvajo gihiîştiyê, xitimîna pêvajoyê nîqaş bikin.”

Şande wê saet di 18.00'an de li Qesra Serokkomariyê bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Hat hîn bûn ku Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKP'ê Efkan Ala jî wê beşdarî hevdîtinê bibin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye