Wezîrê Karên derve yê Elmanyê diçe Şamê

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul diçe Şamê da ku bi Serokkomarê demkî Ehmed el Şera û Wezîrê Karên Derve Esad Şeybanî re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Almanyayê beriya serdanê daxuyanî da û got, “Di hilweşîna dîktatoriya Esad re gelê Sûriyeyê ket qonaxeke nû. Em dixwazin ku êdî welêt bi xwe siberoja xwe bigire destê xwe.”

Wadephul  diyar kir ku Sûriye 'bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye ' û wiha got: " Em hewceyê hikûmetekê ne ku ji bo hemî welatiyan, bêyî ku zayend, ol, etnîsîte an jî girêdayîbûna civakî çi be , jiyanek bi rûmet û ewle garantî bike.  Ev şertek pêşîn e ji bo danîna bingehên Sûriyeyek azad, ewle û aram."

Johann Wadephul anî ziman ku zêdetirî 1 mîlyon penaber ji şerê navxweyî li Almanyayê bi cih bûne  û got: "Hin kes difikirin ku vegerin Sûriyeyê da ku welatê xwe ji nû ve ava bikin.

Her wiha tekez kir ku ew dixwaze  peywendiya  welatên xwe  bi hevkarên xwe yên li Sûriyeyê re , kûrtir bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye