Li gorî kovarê, ev gav amadebûna Washingtonê ji bo berdewamkirin yan berfirehkirina operasyonên hewayî nîşan dide.
Kovarê diyar kir ku Balafirên F-16 ên ku hatine şandin, di destnîşankirina pergalên parastina hewayî de pispor in.
Serokê fermandariya Hêza Hewayî ya Amerîkayê General Kenneth Wilsbach jî, berdewamiya operasyonan piştrast kir, lê hûrgiliyên li ser cihê hêzan û çekên wan neda.
Kenneth Wilsbach da zanîn ku êrîşên li ser baregehên Amerîkî, rê li ber berdewamiya operasyonên hewayî negirtiye.