Li Sûdanê 17 kes hatin kuştin

Li herêma El-Mezrûb a eyaleta Kordofana Bakur a Sûdanê, di erîşeke hewayî ya artêşa Sûdanê de 17 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûdanê li herêma el-Mezrûb a eyaleta Kordofana Bakur di bombebarana civîneke civakî de 17 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Hat zanîn ku di nava qurbaniyan de berpirsekî eşîra Mecanîn Silêman Cabir Cuma Sehl, kurê wî û çend endamên malbata wî jî tê de hebûn.

Beriya vê bi hefteyekê artêşa Sûdanê pilan kiribû bi dronekê Silêman Cabir Cuma Sehl bikuje, lê di encamê de jinek hatibû kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn, lê Cuma Sehl sax mabû.

Hate ragihandin ku berpisê eşîra Mecanîn çend roj berê daxwaz kiribû ku ji ber binpêkirinên wan ên li dijî sivîlan zêde bûne, Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji herêmê vekişin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye