Li Amerîkayê di êrîşa li ser dibistanekê katolîk de 2 zarok hatin kuştin

Li Bajarê Minneapolis ê DYE`ê li hemberî Dibistaneke Katolik êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 2 zarok hatin kuştin 17 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di salên dawiyê de li DYE`ê li hember dibistanan êrîşên çekdarî zêde bû ne.

Rayedarên polisan da zanîn ku di êrîşê de zarokên hatine kuştin temenê wan di navbera 8 û 10 salî de bûn û kesên birîndar bûne jî xeteriya jiyanê li ser nîne.

Li gorî daxuyaniya polîsan êrîşkar bi navê Robin Westman ê 23`ê salî bû û sabika xwe paqij bû.

Hat eşkere kirin ku piştî êrîşa li hember dibistanê êrîşkar xwe kuşt.

Serokê DYE`ê Donald Trump piştî êrîşê ragihand ku ji bo rêzgirtina li hember Qurbaniyên êrişê hemû alameyên saziyên fermî heya saetên êvarê bila daxînin nîvî.

Papa yê XIV. Leo jî ji malbatên qurbaniyên êrîşê re peyama sersaxiyê weşand.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24