Duh êvarî li eyaleta Ûtaraxand a bakurê Hindistanê 2 tirên li ser du xetên tirênê ku bi yek rêyî ve diçin, li cem santrala hîdroelektrîkê li hev ketin.
Her wiha di encama vê qezayê de, 109 kes birîndar bûn.
Piraniya kesên di tirênê de birîdar bûne, birînên wan sivikin.
Hin çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ev qeza li bajarokê Pîpalkotî di hundirê tunelên ku projeya santrala hîdroelektrîkê ji hêla şîketa Tehri Development Corporation ve tê têde dihat çêkirin, çêbûye.
Heman çavkaniyan gotin ku sedema qezayê pirsgirêkeke teknîkî di tirênekê ji wan de çêbûbû, ew tirên jî ji bo veguhestina karker û materyalên avakirinê dihat bikaranîn.