Brîtanyayê heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya terorê derxist

Brîtanyayê ragihand ku Heyet Tehrîr el-Şam( HTŞ) ji lîsteya rêxistinên terorîstî ya qedexekirî derxistiye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hikûmeta Brîtanyayê diyar kir ku derxistina  HTŞ'ê ji  lîsteya rêxistinên terorîst ên qedexekirî tê wateya têkiliyeke nêzîktir bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re ye.

Brîtanyayê îdîa dike ku ev biryar, wê bandoreke erênî li ser şerê li dijî DAIŞ`ê li Sûriyeyê bigire û dibêje:"

Ji bo ku çekên kîmyewî yên Beşar Esed ji holê rakin me ev biryar da.”

Her wiha  dide zanîn ku serdana Wezîrê Derve yê berê bo Sûriyê di tîrmeha borî de têkiliyên dîplomatîk di navbera Amerîka û Sûriyê de sererast kiriye.

Hikûmeta Brîtanyayê destnîşan kir ku ew ê zextê li ser Hikûmeta nû ya Sûriyê bike da ku  xwe  ji kiryarên li dijî terorîzmê, vegerandina aramiyê li  herêmê berpirsiyar bibîne .

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye