Girtîgeha tîpa S Tehliyeya 8 girtiyan asteng kir

Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê re hevdîtin kir. Yazmaci got: “Ev girtîgeh tu girtiyan tehliye nake.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Omer Faruk Yazmaci, da zanîn ku di navbera mehên Tîrmeh-Cotmehê de li vê girtîgehê tehliyeyên 8 girtiyan hatine astengkirin.

Omer Faruk destnîşan kir ku dema tehliyeyên piraniya girtiyan bi biryarên keyfî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatine astengkirin û got: “Ev girtîgeh Poşmantiyê ferz dikin.’”

"Bi hestên tolhildanê nêzî girtiyên PKK’î dibin"

Yazmaci  da zanîn ku bi hestên tolhildanê nêzî girtiyên PKK’ê dibin.

Yazmaci, têkildarî sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê wiha got:

“Di girtîgehên li Herêma Anatoliyaya Navîn de ev lijneye pirsên weke ‘Ocalan kî ye’, ‘Tu poşmanî yan na’...Bi hincetên weke ‘jiyaneke xwendekariyê ya çalak tune ye’ tehliyeyan taloq dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye