Li Almanya ji bankayekê 10 milyon euro hat dizîn

Li Almanyeyê diz ketine bankayekî û ji buhayê 10 mîlyon euro zêdetir pere û tişt dizîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di diziya ku li bajarê Gelsenkirchen ê rojavayê welêt de hat ragihandin ku dizan dema cejna Noelê ketine bankayê.

Diziyan dîwarekî betonî yê stûr li şaxekî banka Sparkasse şikandine û gelek qûtiyên emanetên bi qîmet şikandine.

Li gor tê gotin ziyana heyî herî kêm 10 milyon euro ye.

Bi dehan xerîdarên ku emanetên wan hatiye dizîn li ber bankayê kom bûn û bi dengekî bilind dirûşma "Em diwazin bikevin hundir!" qîr kirin.

Berdevkê banka Sparkasse li Gelsenkirchenê tavilê bersiva pirsa rojnemevanan neda. Lê rayêdarên bankayê ji xerîdaran xwestin ku pêşiya bankayê nesekini û dê agahî bidin kesên zirar dîtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye