Di berdewamiya şerê Rûsya û Ûkraynayê de serokê Komara Qirimê ya Rûsyayê, Sergey Aksyonov ragihand ku di êrîşên Ûkraynayê de 2 kes hatine kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Sergey Aksyonov li ser malpera xwe ya Telegramê wiha nivîsand:
"Du kes, di nav de zarokek, di êrîşên dijminane yên duh de hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn."
Her wiha baregeha operasyonên herêma Belgorod a Rûsyayê ragihand ku hêzên Ûkraynayê li herêma Krasnoye Yaroga wesayîtek bi dronekê armanc kir û di encamê de kesek hat kuştin.
Baregeha operasyonê daxuyaniyek li ser platforma Maxê weşand û wiha tê de got:
"Droneke FBV otomobîlek li herêma çandiniya Vyshevo armanc kiriye û kesek ji ber birînên xwe li cihê bûyerê mir."
''Zelensky bi redkirina çûna konferansê şaşiyeke mezin kiriye''
Ji aliyekî din ve jî, seroka partiya "Polonya 2050" Katagîna Nalinş diyar kir ku Volodymyr Zelensky bi redkirina çûna Polonyayê ji bo beşdarbûna konferansa navdewletî, şaşiyeke mezin kiriye, ji ber ku armanca vê konferansê jinûveavakirina Ûkraynayê ye.
Katagîna Nalinş wiha dawî li axavtina xwe anî:
"Tiştê ku Zelensky kiriye, şermezarî ye.
Mafê me heye û divê em wiha bibêjin."