Li Malî heta niha 80 kesî jiyana xwe ji dest daye

Di êrîşên nû yên cîhadiyan ên li navenda Maliyê de, bi dehan kes hatine kuştin. Çavkaniyên herêmî û berpirsên ewlehiyê ragihand ku piştî êrîşên roja înê, jimara miriyan zêde bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Malî çekdarên xwedî hişmendiya cîhadî, êrîşî gundên ku piştgiriya wan nakin dikin, ev yek rewşa ewlehiyê ya Malî aloztir kiriye.

Hat ragihandin ku komên çekdar êrîşî çend gundan kirine, bi taybetî gundê Korodi û Dogara.

Di vê êrîşê de ku roja çarşemê pêk hatiye, herî kêm 80 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina Malî, hejmareke kes hîn jî winda ne.

Yek ji nûnerê ciwanan ên li herêmê ragihand ku artêş li hember êrîşan bêxem maye û got:

"Gelek bangên alîkariyê hebûn, lê yekîneyên leşkerî bersiv nedan."

Grûpa girêdayî Qaîdeyê, xwediyê Nusrat Îslam ên Muslimîn (JNIM), berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, ev rêxistin gundên ku piştgiriya wê nakin armanc dikin û êrîşî wan gundan dikin.

Piştî operasyonên berfireh ên ku ji hêla Koma Piştgiriya Îslam û Misilmanan û Eniya Rizgariya Azawadê ve di navbera 25 û 26’ê nîsanê de hatine lidarxistin, êrîş pêk hat.

Hat ragihandin ku piştî van êrîşên ku li Malî diqewimin, rewşa ewlekariyê gelekî xirab bûye.

Her wiha hin herêmên li bakurê welat jî ketine bin kontrola komên cîhadî.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye