Kongreya Amerîkayê cezayên giran li ser Rûsyayê û Îranê peşend kir

Civata Senatoya Amerîkayê piştî salekê pêşnûmeya qanûna cezayên nû ya li ser Rûsya û Îranê pesend kir, ku desthilatên berfireh dide Trump ji bo sepandina bacên gumrikê li ser welatên ku petrola Rûsyayê dikire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civata Senatoya Amerîkayê bi piraniyeke mezin (86 dengên erê li dijî 11 dengên na) projeyasaya cezayên berfireh li ser Rûsyayê pesend kir.

Ev gav piştî salekê ji pêşkêşkirina projeyê ya di sala 2025'an de hat avêtin. Ev qanûn wek 'Qanûna Lindsey O. Graham a Cezakirina Rûsya û Îranê ya sala 2026an' tê naskirin û navê senatorê wefatkirî Lindsey Graham hildigire ku ew bi xwe piştgirekî mezin ê Kîevê bû.

Ev qanûn armanc dike ku zextên aborî li ser Moskowê zêde bike ji ber şerê wê yê li dijî Ukraynayê.

Li gorî projeyê, eger Encumena Nûneran jî jê re razî bibe û Serok Donald Trump imze bike, mafê serok heye ku heta 100% bacên gumrikê bide ser wan welatên ku petorl an gaza Rûsyayê dikirin, mîna Hindistan, Japon û hinek welatên Yekîtiya Ewropayê.

Çavkaniyên dîplomatîk ên Ukraynayê li Waşîngtonê pêşwazî li vê biryarê kirin û ew wek gaveke girîng bi nav kirin.

Lêbelê, di Encumena Nûneran de hîn fikar hene ku ev desthilatên nû yên gumrikê bibin sedema bilindbûna bihayên kelûpelan ji bo xerîdarên Amerîkî.

Ji aliyekî din ve, ev qanûn bendekê jî li xwe digire ku rê li ber qedandina desthilata cezayên li ser fînansekirina sektora enerjî û çekan a Îranê digire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye