Şerê Îsraîl-Aemrîka û Îranê derbasî roja xwe ya 13'mîn bû.
li gorî agahiyan, Îsraîl li ser bajarê Isfehanê êrîşn hewayî pêk anî.
Îran jî gefên girtina Tengava Hurmizê berdewam dike û li dijî baragehên Amerîka û derverên Îsraîlê êrîşan bi muşek û dironan pêk tîne.
DUB
Bîlançoya şerê Îsraîl-Amrîka û Îranê
Şerê Amrîka- Îsraîl û Îran derbasî roja xwe ya 13'mîn bû.
Li gorî agahiyan; di roja 13'an de, Îsraîlê li ser hin deverên bajarê Îsfahanê yê li navenda bajarê Îranê êrîşeke hewayî pêk anî.
Trump: Hêza Îranê ya deryayî û hewayî nemaye
Li gorî hin mediyayên Îranî jî, bircê hewayî li Isfehanê rastî êrîşan hatiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, da zanîn ku Dewleta Îranê hêza xwe ya deryayî û hewayî wenda kiriye û got ku êdî tu sîstemên parestinê yên Îranê nemaye.
Îran êrîşên xwe li ser deverên Îsraîl û Amerîkayê berdewam dike
Li aliyê Îsraîlê jî, Fermandariya Eniya Navxweyî ya Îsraîlê ragihand ku Îranê mûşek ber bi girên Colan, Kendava Heyfa û deverên bakurê Îsraîlê ve avêtine.
Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku li herêma "Çarçika Vala" du dronan desteser kirine, ku ber bi zeviya petrolê ya "Şeybe" ve diçûn.
Wezareta Elektrîk, Av û Enerjiya Nûjenkirî ya Kuweytê da zanîn ku şeş xetên veguhestina elektrîkê yên li ser erdê li çend deverên welêt ji ber ketina bermahiyên dronan ji xizmetê derketine.
Behreynê êrîşa Îranê ya li ser tankên petrolê ragihand û ji welatiyên xwe xwest ku li malên xwe bimînin.
Sipaha Pasdarên Şoreşa yên Îranê eşkere kirin ku wan di pêla 40' î a Operasyona "Soza Rastîn 4" de, zêdetirî 50 armanc li seranserê herêmên Îsraîl û baragehên Amerîkî kirina armanc.
Nirxê petrolê 100 dolar derbas kir
Piştî êrîşên dawî yên Îranê li ser binesaziya enerjiyê ya Rojhilata Navîn, nirxê petrolê roja Pêncşemê ji %9 zêdetir bû û careke din ji 100 dolarî derbas bû.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî jî, berdana rekord a stokên petrolê xist bin siya xwe.
Îran jî, da xuyakirin ku divê cîhan xwe amdeb ike ku ser bermîlekê 200 bide.
44 kes li Îranê hatine kuştin
Her wiha di derbarê qurbaniyê şer de, Ajansa Çalakvanên Mavên Mirovan a Îranê eşkere kir ku tenê di roja 12'mîn ya şer de, kuştina 44 kesan di encama êrîşan de hatiye tomarkirin.