Li gorî kenala ABC ya Amarîkî, li Amerîkayê ji ber pêla bilind a germahiyê 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman çavkaniyê, di roja serxwebûnê ya Amerîkayê de ku duh bû, pileya germahiyê gihîşt 38.8 pileyan.
ABC`ê da zanîn ku di roja serxwebûnê de, hejmara kesên ku bi germahiyê jiyana xwe ji dest daye, ji 19’an bû 25 kes.
Li seranserê dewletên Ewropî jî, pêla germahiyê ku wekî “Germahiya Ejderha” tê binavkirin, berdewam dike.
Li gorî Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ji 21’ê hezîranê heta niha, ji ber germahiyê zêdetirî hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest daye.