Wezareta Tûrîzm û Kevnariyên Misrê ragihand ku 36 berhemên dîrokî yên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatine dîtin, radestî Misirê kirine.
Wezaretê da xuyakirin ku ev berhem bi rêyên neqanûnî ji welêt derketibûn û wiha anî ziman:“ Di nav berhemên dîrokî de maskeke mûmyayê ya serdema Romayê û destnivîsên kêm ên bi zimanên Kiptî û Suryanî hene.”
Ev berhemên dîrokî ji hêla Dozgerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya New Yorkê ve hatibûn desteserkirin û radestî Konsulxaneya Giştî ya Misrê li New Yorkê hatibûn kirin.
Çend roj berê jî, Serokwezîrê Hollandayê Dick Schof, di serdana xwe ya Qahîreyê de ku li wir bi Serokê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî re civiya, ragihand ku Hollanda dê peykerê 3 hezar û 500 salî vegerîne Misrê ku di pêşangeheke hunerî de li welatê wî hatibû dîtin.