Amerîka sîstema mûşekî ya Hawkê firot Ûkraynayê

Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina sîstemên mûşekî yên Hawkê bo Ûkraynayê ragihand. Êdî ti rojev der barê mûşekên Tomahawkê de tune ye, ku Ûkrayna ev demeke dirêj e dixwaze bi dest bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku firotina sîstemên mûşekî yên Hawkê bo Ûkraynayê pejirandiye.

Lê ev nayê wê wateyê ku mûşekên Tomahawk ên ku Ûkraynayê ji sala borî ve daxwaz kiriye, hatine radestkirin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihandin ku firotina nerasterast ya 108.1 mîlyon dolarî di nava xwe de gelek amûrên pêwîst dihewîne.

Daxuyaniyê tekez kir ku ev pakêta firotanê dê kapasîteya Ûkraynayê ya li hember gefên heyî û yên pêşerojê zêde bike.

Piştî pejirandina Wezareta Derve, Kongre jî pêdivî ye ku firotanê pesend bike.

Mûşekên Tomahawkê nehatine radestkirin

Di vê navberê de, şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di sala xwe ya 5'emîn de berdewam dike.

Guhertinên girîng di dînamîkên şer de hatine dîtin, bi taybetî di sala dawî de.

Her çend şer niha bi piranî bi wesayîtên hewayî yên bêmirov tê kirin, mûşekên yên ku dikarin şerên nukleerî hilgirin jî di rojevê de ne.

Par Rûsya gelek mûşekên navborî ceribandin.

Ji bo bersivdayîna vê, Ûkrayna berê xwe dide Amerîkayê da ku mûşekên wekhev peyda bike.

Mûşeka Hawkê sîstemeke parastinê ya erd-hewa ye ku li dijî gefên hewayî yên bilindahiya nizm û navîn tê bikar anîn.

Ev sîstem ku ji bo parastineke bi bandor li dijî balafirên şer, helîkopter û mûşekên krûz hatiye çêkirin, ji şûna mûşekên Tomahawk ên ku Ukrayna hewce dike dûr e.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye