Ji bo Cejna Ortodoks Rûsya û Ûkraynayê agirbesteke demkî ragihandin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, ji bo pîrozkirina Cejna Paskalyayê ya Ortodoksê agirbesteke 32 saetsn ji bo du rojan, ragihand. Her wiha serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku Kiyêv dê li gorî vê tedbîrê tevbigere.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê ji bo Cejna Paskalyayê ya Ortodoks agirbestek 32 demjimêran ragihand û hevtayê wî yê Ûkraynî, Volodymyr Zelensky, got ku Kiyêv dê li gorî vê prosedurê tevbigere.

 

Peymana agirbestê di demekê de tê ku pîrozbahiyên Paskalyaya Ortodoks roja yekşemê dest pê dikin.

 

Daxuyaniya Putin dişibihe agirbesta sala borî ku 30 demjimêran ferman dabû paşê ji hêla her du aliyan ve hat binpêkirin.

 

Agirbest dê roja şemiyê saet 4'ê êvarê dest pê bike û heta dawiya yekşemê

 

Her wiha daxuyaniya Kremlinê got ku agirbest dê roja şemiyê saet 4'ê êvarê dest pê bike û heta dawiya yekşemê bidome.

 

Ji aliyekî din ve jî Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku xelk hewceyê Cejna Ortodoks bê gefan e û em ê li gorî wê tevbigerin.

 

Zelensky : Me îsal di dema Cejna Paskalyayê de agirbest pêşniyar kir

 

Derbarê de Volodymyr Zelensky got:

 

"Ûkraynayê bi berdewamî ji bo Cejna Paskalyayê ya Ortodoks agirbest pêşniyar kiriye."

 

Her wiha Zelensky li ser Telegramê nivîsand:

 

"Ûkraynayê bi berdewamî amadebûna xwe ya ji bo avêtina gavên wekhev piştrast kiriye.

 

Me îsal di dema Cejna Paskalyayê de agirbest pêşniyar kir û em ê li gorî wê tevbigerin."

 

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ji ajansa nûçeyan a TASS re got ku pêşniyara agirbestê ya Putin berê bi Amerîkayê re nehatiye nîqaşkirin.

 

Her wiha bi ti hewldanek ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên siyasî ji bo gihîştina çareseriyekê ve, girêdayî nîne.

 

Nûnerê taybet ê Putin Kirill Dmitriev niha serdana DYA'yê dike

 

Li gorî ajansa Reuters nûnerê taybet ê Putin, Kirill Dmitriev, niha serdana DYA'yê dike.

 

Li gorî ajansê, wê Kirill Dmitriev bi endamên rêveberiya Trump re bicive da ku li ser peymaneke aştiyê û her weha hevkariya aborî ya di navbera DYA û Rûsya de nîqaş bikin.

 

Cejna Paskalyayê wê îsal di 12'ê nîsanê de bê pîrozkirin

 

Li gorî salnameya Ortodoks ku hem li Rûsya û hem jî li Ûkraynayê tê şopandin, Cejna Paskalyayê îsal di 12ê nîsanê de ye.

 

Zelensky zêdetirî hefteyek berê di dema Cejna Paskalyayê de agirbest pêşniyar kir.

 

Rûsyayê berê bi aramî bertek nîşanî pêşniyara Zelensky da û tekez kir ku ew tercîha xwe ji bo çareseriyeke demdirêj nîşan dide.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye