Agirbest li Îranê çêbû, li Libnanê rewş aloztir dibe

Tevî agirbesta di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, şer û pevçûn li Libnanê berdewam dikin. Piştî daxuyaniyên rayedarên Îsraîl û Libnanê yên derbarê danûstandinên rasterast de, DYA piştrast kir ku alî dê hefteya bê li Washingtonê dest bi danûstandinan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî agirbesta di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de hatiye ragihandin jî, şer û pevçûn li Libnanê berdewam dikin.

Li başûrê Libnanê şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de berdewam dikin.

Ev rewş bandorê li civîna ku tê payîn di navbera Îran û DYA'yê de li Pakistanê were lidarxistin jî dike.

Îran, israr dike ku divê agirbest Libnanê jî di nav xwe de bigire, di heman demê de Îsraîlê ragihand ku ew ê êrîşên xwe yên li Libnanê bidomîne û êrîşên Hizbullahê wekî hincet nîşan da.

Ji aliyekî din ve, piştî daxuyaniya duh a Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku ew ê bi Libnanê re dest bi danûstandinên rasterast bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê, diyar kir ku ev danûstandin dê hefteya bê li Washingtonê pêk werin.

Li gorî raporên medyaya Amerîkî, şandeya Amerîkî dê ji aliyê Balyozê Libnanê Michel Isa, şandeya Amerîkî dê ji aliyê Balyozê Washingtonê Yechiel Leiter û şandeya Libnanê jî dê ji aliyê Balyoz Nada Hamadeh-Moawad ve were temsîlkirin.

Tehranê, êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Libnanê wekî xaleke sereke ya nakokiyê destnîşan kir.

Ti nîşanek tune ye ku Îran dorpêça xwe ya li ser tengava Hurmizê biqedîne.

Ev girtin jî bûye sedema xirabtirîn astengiya dabînkirina enerjiya cîhanî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di derengiya duh de postek li ser hesabê xwe yê Truth Social  belav kir û got:

“Îran derbarê derbasbûna petrolê ji Tengava Hurmizê karekî pir xirab dike.

Ev ne peymana me ye!”

Di 24 saetên pêşîn ên agirbestê de, ku Trump roja sêşemê ragihandibû, tenê yek tankereke hilberên petrolê û pênc keştîyên barhilgir ji tengavê derbas bûne.

Beriya şer, nêzîkî 140 keştiyên gaza xwezayî ya şilekirî ya cîhanê di rojê de, di tengavê de derbas dibûn.

Li aliyekî din îro serê sibê dengê sîrenan li seranserê Îsraîlê hate bihîstin.

Hat ragihandin ku Hizbullah çend mûşek avêtine Îsraîlê.

Li gorî Rojnameya Times of Israel ew mûşek hatine desteserkirin.

Hizbullahê jî got ku wê binesaziya leşkerî ya Îsraîlê li bajarê Hayfa yê bakurê welêt hedef girtiye.

Li aliyekî din Pakistan hewldanên berdewam ên ji bo domandina agirbestê heta dawiyê dike.

Pakistan bi zexteke mezin re ji bo pêkanîna agirbestê rû bi rû ye.

Serfermandarê Artêşa Pakistanê Marşal Asim Munir û Serokwezîr Şehbaz Şerîf bi hefteyan e hewldanên ji bo bidawîanîna vî şerî dikin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye