Li Fransa grav: Bi sed hezaran kes tevlî bûn

Gelê Fransayê gravek li seranserî welêt li dar xist, da ku zextê li serokwezîrê nû Sébastien Lecornu bike ku kêmkirina budçeyê ji nû ve binirxîne û li ser mûçe, teqawid û xizmetên giştî tedbîran bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan şofêrên trên, otobus û tramvayan dest bi gravê kirin, veguhestina giştî asteng bû, Karmendên nexweşxaneyan tevlî xwepêşandanan bûn û ji deh dermanxaneyan neh, hatin girtin.

Mamoste, karmendên dibistanan û mufetîş jî dest bi gravê kirin.

Gel, zêdetirî 250 xwepêşandan li dar xistin û li bajaran ji Parîsê heta Marsîlya, Nantes, Lyon û Montpellier meşiyan.

Di grava li Marsîlyayê de, Seroka sendîkayê CGT Sophie Binet diyar kir ku divê kolan budçeyê diyar bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye