Witkoff di posteke xwe de li ser X´ê wiha nivîsand:
“Em ji Hamasê hêvî dikin ku bi tevahî pabendî erkên xwe bibe.
Her wiha divê Hamas tavilê cenazeya herî dawî ya li cem wan vegerîne. Eger ev neyê kirin, dê encamên cidî bi xwe re bîne.”
Xalên qonaxa duyem a plana bidawîanîna pevçûnê li Xezeyê ev in:
- Bêçekkirina Hamasê.
- Jinûveavakirina axa ku ji ber şer wêran bûye û avakirina komek pisporên Filistînî ji bo birêvebirina Xezeyê di bin çavdêriya Amerîkî de.
Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê (NCAG), dê bibe berpirsiyarê birêvebirina karûbarên rojane li Xezeyê.
Her wiha Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezeyê wê ji hêla "Lijneya Aştiyê" ve were çavdêrîkirin.