Di nava du rojan de li Brezîlyayê ji ber lehiyan 30 kesî jiyana xwe ji dest da û 43 kesên din jî winda ne.
Lehiya dijwar bû sedema ku nêzî 500 kes bêmal bimînin û bi hezaran malbat jî bêelektrîk bimînin.
Ev lehî, li herêma Minas Gerais a Brezîlyayê qewimî.
Tîmên rizgarkirinê destnîşan kirin ku ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar lêgerîna wan ji bo windahiyan asteng dibe.
Tê bawerkirin ku tenê li bajarê Juiz de For a 40 kes û li bajarê Oba jî 3 kesên din winda ne.
Tîmên rizgarkirinê, eşkere kirin ku wan bi hezaran kes ji ber xeteriya lehiyê veguhistine cihekî ewle û gotin:
" Tîmên wan stargehên demkî ji bo pêşwazîkirina kesên bandordar û dabînkirina alîkariya mirovî ya bilez vekirine."
Daîreya agirkujiyê ya eyaletê, piştrast kir ku bajarê Juiz de Fora herî zêde bandor bûye, 18 mirin tomar kirine, ji bilî 7 mirinên din li bajarê cîran Oba.