JD Vance: Îranê şertên Amerîkayê qebûl nekirin

Piştî 21 saetan ji dan û standinan, Amerîka û Îranê negihiştin lihevkirinê. Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku ew ji Pakistanê vedigerin û Îranê mercên Amerîkayê qebûl nekirin. Wezareta Derve ya Îranê jî diyar kir ku normal e piştî tenê yek civînê ew negihêjin lihevkirinê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya Amerîkî ya dan û standinan ji Pakistanê vegeriya welatê xwe.

Cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku ew bi Îranê re negihîştin lihevkirinê.

JD Vance diyar kir ku piştî 21 saetan ji dan û standinan Îranê şertên Amerîkayê qebûl nekirin, di nav de jî berhemanîna çekên nukleerî.

Vance got:

"nûçeya xerab ew e ku em negihîştin lihevkirinê, ji ber wê em dizîvirin Amerîkayê, me xêzên xwe yên sor pir zelal kirin.

Divê em pabendbûneke xurt ji wan bibînin ku ew ê hewil nedin bibin xwedî çekên nukleerî û dê alavên vê yekê jî bi dest nexin. Ev aramanca sereke ya serokê Amerîkayê ye."

Îran: Normal e piştî tenê yek civînê em negihêjin lihevkirinê

Ji aliyê xwe ve Îranê ragihand ku heta niha ew negihiştine ti lihevkirinê û ev yek tiştekî normal e piştî tenê yek civînê.

Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir ku Tehranê dosyayên nû di gel Amerîkayê de nîqaş kirin, mîna Tengava Hurmizê.

Li gorî Wezaretê, Tehranê bi Waşingtonê re li ser hin xalan li hev kirine, lê li ser gelekan jî nakok bûn.

Pakistanê banga pabendîbûna bi agirbestê kir

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê bang li Waşington û Tehranê kir ku pabendî lihevkirina rawestandina şer bibin, tevî binketina dan û standinan.

Îshaq Dar, tekez kir ku welatê wî dê di rojên bê de jî bi rola xwe rabe da beşdarî diyaloga di navbera Îran û Amerîkayê de hêsan bike.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye