Ûkraynayê bi zêdetirî 630 dronan êrîşî Rûsyayê kir

Şerê Ûkrayna û Rûsyayê berdewam e. Wezareta Parestina ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê êrîşeke berfireh li ser herêmên Rûsî pêk anî. Her wiha wezaretê diyar kir ku di vê êrîşê de wan 635 dronên Ûkraynî li ser axa Rûsyayê anîne xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava berdewamiya şer de, Ûkraynayê êrîşeke berfireh li ser herêmên Rûsyayê pêk anî.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê êrîşeke esmanî ya berfireh li ser gelek herêmên Rûsyayê pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rûsî, Ûkraynayê êrîşî van herêman kiriye:

“Belgorod, Bryansk, Volgograd, Voronezh, Kaluga, Kursk, Lipetsk, Oryol, Rostov, Ryazan, Saratov, Tambov, Tula, herêma Moskovayê, Komara Kirimê, Herêma Krasnodar û ava Deryaya Azov û Deryaya Reş”.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku sîstemên wê yên parastina asmanî şeva borî di dema êrîşan de, 635 dronên Ûkraynayê anîn xwerê.

Her wiha Reutersê jî belav kir ku li gorî karbidestên herêmî li Rûsyayî, di êrîşên bêmirov ên Ûkraynayê de herî kêm du kes kuştin.

Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku Ûkraynayê, depoyeke girêdayî kampanyaya Wild Berries a Rûsî hedef girt ku ev

kampanya mezintirîn Firoşgeha serhêl a herî mezin a Rûsyayê ye.

Ûkraynayê li dijî parzûngeheke petrolê û baregeha hewayî ya Rûsyayê êrîş pêk anî

Ji aliyê xwe ve jî, artêşa Ûkraynayê eşkere kir ku wan li herêma Saratov a başûr-rojavayê Rûsyayê parzûngeheke petrolê û baregeha hewayî ya Engels hedef girtin.

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê di daxuyaniyekê de got ku ev êrîş bûne sedema şewatê li her du tesîsan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye