Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, Rafael Grossi behsa danûstandinên Amerîka û dewleta Îranê kir.
Rafael Grossi got ku li Cenevreyê du gav ber bi pêş ve hatine avêtin.
Lê hîn jî hewldanên zêdetir hewce ne û pirsgirêk ev e ku dem pir tune ye.
Wî ev yek wekî kêliyek girîng bi nav kir û wiha got:
"Em nîşanên diyalogeke rastîn li ser bernameya nukleerî ya dewleta Îranê dibînin.
Piraniya materyalên nukleerî yên li Îranê kom bûne, hîn jî li heman cihê berê ne.
Pêwîstiyeke lezgîn heye ku rêkeftinek ji bo pêşîgirtina li çalakiyên leşkerî, were kirin."
Grossi: Her tişt ji bo bombebaranên Amerîkayê vekirî ye
Lê belê, Grossi li ser pirsa "gelo sazîgehên nukleerî yên Îranê di rewşa şer de, dê ji bo êrîşên Amerîkayê vekirî bin", ev bersiv da:
"Her tişt ji bo bombebarana Amerîkayê vekirî ye û me ev yek dît.
"Ji ber vê yekê divê pêşî li dubarebûna wê were girtin.
Ji ber ku dibe ku encamên wê girantir bin û welatên sêyemîn jî tevlî bibin.
Ger çalakiyên leşkerî ji nû ve dest pê bikin, xeterek heye ku pevçûn belav bibe."
Graham: Divê li ser doza Îranê çareseriyek were dîtin
Di heman demê de, Senatorê Komarî Lindsey Graham di hevpeyvînekê de got ku biryara Washingtonê ya li ser Îranê berê hatiye dayîn û wiha berdewam kir:
"Ev hemû keştî, ne tenê ji ber ku hewa di vê dema salê de baş bû, hatine herêmê.
Heke em di 30 rojên bê de li ser doza Îranê çareseriyekê nebînin, ev derfet dê winda bibe."
Kremlin: Divê hemû alî hişyar bin û xwe ragirin
Têkildarî vê mijarê, Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku rageşiya li ser Îranê bi rêjeyeke bêhempa zêde dibe û bang li Tehran û aliyên din kir ku hişyar bin û xwe ragirin.
Peskov wiha lê zêde kir:
"Em hîn jî hêvî dikin ku rêbazên siyasî, dîplomatîk û danûstandin di gihîştina çareseriyekê de ser bikevin.
Ev tetbîqat ji berê ve hatine plankirin û hevrêzkirin.
Rûsya berdewam dike ku têkiliyên xwe bi Îranê re pêş bixe."