Ji dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de êrîşî Îranê kirin, bi dehan kes li seranserê Rojhilata Navîn hatine kuştin.
Li gorî raporên ji welatên têkildar, heta 3'yê adarê, hejmara miriyan di şer de heta niha ev e:
Li Îran
Heyva Sor a Îranê ragihand ku 787 kes mirine.
Di nav wan de 165 xwendekar û karmendên ku di êrîşa mûşekî ya li ser dibistanek seretayî li Minab ya li başûrê Îranê, di roja yekem a şer de hatine kuştin.
Lê nehat diyarkirin ka di nav miriyan de endamên Sipahê Pasdarên Îranê hene yan na.
Li Îsraîl
Xizmeta ambulansê ya Îsraîlê, Magen David Adom, ragihand ku di 1'ê adarê de ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê 10 sivîl nêzîkî Orşelîmê, hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê tu qurbaniyên leşkerî ne ragihand.
Li Lubnan
Wezareta Tenduristiyê got ku 50 kes di êrîşên mûşekî yên Îsraîlê de hatine kuştin.
Li Kuweytê
Wezaretên Tenduristiyê û Karên Derve ragihandin ku di êrîşên Îranê yên li ser welêt de 3 kes, di nav de 2 leşkerên Kuweytî, hatine kuştin.
Her wiha Fermandariya Navendî ya DYA'yê eşker kir ku 6 leşkerên Amerîkî di êrîşeke li ser tesîseke li Kuweytê de hatine kuştin.
Li Behreynê
Wezareta Karên Hundir got ku piştî rawestandina mûşekekê li Bajarê Pîşesaziyê yê Selman agir derket û kesek mir.
Li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî
Wezareta Parastinê ragihand ku 3 kes hatine kuştin.