Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi biryarekê zêdetirî 100 bijîşkên Laziqiyê li Berava Sûriyê, ji kar derxistin.
Ew bijîşk li nexweşxane û navendên tenduristiyê yên hikûmetê li Laziqiyê û gundewarê wê dixebitin.
SOHR'ê destnîşan kir ku piraniya kesên ku ji kar hatine dûrxistin Elewî ne û tu zelalbûneke fermî der barê derxistina wan ji kar de nehatin dayîn.
Her wiha hat diyarkirin ku hin bijîşk jî hatin agahdarkirin ku xizmetên wan bi dawî bûne bêyî ku sedem were fêmkirin.
Ev biryar dihêle ku metirsî li ser rewşa tenduristiyê ya li parêzgehê çêbibe.
Li Berava Sûriyê karker bê ku sedem were zelalkirin ji kar tên derxistin
Beriya vê jî SOHR'ê dabû diyarkirin ku li bajarê Laziqiyê 90 karkerên benderê tevî ku bi mûçeyên kêm kar dikirin, ji karê xwe hatin dûrxistin.
Her wiha li Hema û Laziqiyê jî bi dehan karkerên ku di Şîrketa elektrîkê de kar dikirin, bêyî ku sedem were diyarkirin, ji kar hatin derxistin.
Li aliyê din jî Hikûmetê erka 309 karmendên saziyên çandiniyê yên Laziqiyê bi dawî kirin, bêyî ku tu tawîzan bide wan.
Hikûmeta Veguhêz li Reqa, Tebqa û Dêrezorê mamosteyan ji kar dûr dixe
Her wiha li bajarê Reqa, Tebqa û Dêrezorê jî mamoste bi hinceta ku li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, ji erka xwe ya mamostatiyê tên dûrxistin.
karmend li hemû bajarên Sûriyê bêyî ku sedem were diyarkirin, ji kar têne derxistin û gel li hemberî vê yekê nerazîbûnan nîşan dide.