Heşdî Şebî: Di êrîşa li ser parêzgeha Selahedîn de 7 şervanên me birîndar bûn

Desteya Heşdî Şebî ragihand ku di êrîşa balafirên Amerîka û Îsraîlê ya li ser hêzên wan ên li Parêzgeha Selahedîn de, li gorî agahiyên destpêkê 7 çekdar birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demjimêrên êvarê de, balafirên şer yên Amerîka û Îsraîlê êrîşî baregehên Heşdî Şebî yên li navçeya Sînye ya ser bi bajarokê Bêçî yê Parêzgeha Selahedînê kir.

 

Têkildarî vê êrîşê Desteya Heşdî Şebî daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, êrîş di demjimêr 17:50’î yê êvarê de li baregeha Tugaya 31’ê ya hêzên Heşdî Şebî û baregeha ewlehî û baregeha tabûra hêzên taybet hatiye kirin.

 

Hate diyarkirin ku li gorî agahiyên destpêkê 7 çekdarên Heşdî Şebî birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîştiye baregehan.

 

Dîsa îro Desteya Heşdî Şebî ya Îraqê ragihand ku di êrîşa li ser Enbarê de 15 çekdarên wan hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye