Pentagon plan dike ku nêzîkî 3,000 hezar leşker li rojhilata navîn bi cih bike

Wezareta Amerîkayê amadekariyan dike ku 3 hezar lêşkerên bijare yên hewayî bişîne Rojhilata Navîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Wall Street Journal bi bîr xist ku "Pentagon plan dike ku nêzîkî 3 hezar leşkeran ji Firqeya 82-an a Hewayî ya bijare bişîne Rojhilata Navîn da ku piştgiriyê bidin operasyonên li dijî Îranê.

 

Li gorî rojnameyê, rayedar hişyar dikin ku hîn biryarek ji bo şandina rasterast a leşkerên bejayî bo nav axa Îranê nehatiye dayîn.

 

 Lêbelê, bicihkirina Firqeya 82emîn a Hewayî çend vebijarkên stratejîk ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump vedike.

 

Fermandarê hêzên bejayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, Mihemed Keramî got: "Hemû hêzên bejayî yên Sipaha Pasdaran di asta herî bilind de ne û amade ne. Her wiha wî soz da ku "bersiv dê di rewşa her gef an êrîşekê de pir tund be."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye