Hûsiyan li Senayê 20 karmendên NY girtin

Koma Hûsî ya Yemenê di serdegirtina avahiyek Neteweyên Yekbûyî de 20 karmendan bi tawana sixurtiya Îsraîlê girtin. Her wiha ji aliyê din ve Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê, amadebûna xwe ji bo xurtkirina têkiliyên stratejîk bi Hûsiyan re ragihand.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tevgera Hûsî di nav mehên dawî de, ji bo piştgiriya gelê Filistînê bike, gelek êrîş li ser Îsraîlê pêk anîn, her wiha bi hîncetên sîxûrtiya bi Îsraîlê re, dest bi pêngavên girtinê kirine.

 

Koma Hûsî ya Yemenê li Senayê, hejmarek karmendên Neteweyên Yekbûyî, di serdegirtina avahiyek wê de bi tawana sîxûrtiya ji bo Îsraîlê girtin.

 

Hûsiyan hin ji wan berdan, lê hîna 20 karmend girtî ne.

 

Çavkaniyek ji NY diyar kir ku Hûsiyan 11 karmendên xwecihî piştî lêpirsîna wan û daxwazkirina ji wan sozekê îmze bikin ku bêyî destûra pêşwext ji paytextê dernekevin, berdane.

 

Piştî ku Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, tohmetên Hûsiyan ji bo sîxûrtiya endamên NY red kirin, ev girtin pêk hat.

 

"Pasdarên şoreşa Îranê amadene têkiliyên xwe xurt bikin"

 

 

Ji aliyê din ve, Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê, Tumgeneral Mihemed Pakpûr, amadebûna xwe ji bo xurtkirina têkiliyên stratejîk bi Hûsiyan re ragihand.

 

Pakpûr di peyameke xwe de pîrozbahî û sersaxî ji bo mirina Mihemed Ebdulkerîm el-Gamarî pêşkêş dikir.

 

Pasdarên Şoreşê pabendbûna xwe ji bo berdewamiya piştgiriya bi navê "Eniya Berxwedanê û Rizgarkirina Orşelîma Pîroz" tekez kir û soza xwe ya ji bo prensîbên xwe nû kir.

 

Daxuyaniyên Îranê çend roj piştî ragihandina erkdarkirina Yûsif Hesen el-Medenî wekî Serokê Karmendan, li şûna el-Gamarî hatin.

 

Raport nîşan didin ku el-Medenî girêdana sereke di navbera milîsên Hûsî, Pasdarên Şoreşê yên Îranê û Hizbullahê de ye.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye