Di meha cotmehê de li Îranê 232 kes hatin darvekirin

Li Îranê, kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinên re’ ket hefteya 91’an, li gorî kampanyayê, di meha Cotmehê de 232 kes hatine darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi dirûşmeya "Na Ji Darvekirinê re", girtiyên li beşa 2‘yemîn a Girtîgeha Qizilhesar çalakiya birçîbûne dabûn destpêkirin.

6 girtiyên ku piştî greva birçîbûnê ya hefteyekê bo hucreya yekkesî hatibûn veguhestin, dîsa vegerandin hucreyên wan.

Li gorî daxuyaniya kampanyayê, tenê hefteya borî li Îranê 59 kesên di nav de 2 jin û zarokek jî heye, hatine darvekirin.

Girtiyan jî da xuyakirin ku Rejîma Îranê ji tirsa serhildan û şoreşan re, hewl dide ku bi zordestiya hovane qîrîn û serhildanên gel bêdeng bike.

 

520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirovan: Darvekirinan rawestînin

Ji aliyeke din ve jî zêdetirî 520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirov bi daxuyaniyek hevbeş bang li rejîma Îranê kirin, da ku cezayên darvekirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bidawî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye