Ev her dû kom jî berî ku tevlî Wezareta Parastinê bibin, di bin navê "Artêşa Niştimanî" de kar dikirin.
Di encama pevçûnan de çend endam birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyeke Efrînê.
Di vê navberê de, li gel bicihkirina hêzên ewlehiyê li herêmê, dewriyên polîsên leşkerî yên Efrînê bi hemahengiya endamên polîsên leşkerî yên Helebê re, ji bo bidawîanîna pevçûnan gihîştin cihê bûyerê.
Her wiha polîsên leşkerî jî endamên her du komên ku beşdarî pevçûnanê bibûn, girtin.