Mazlûm Ebdî bi şandeyeke hikûmeta Sûriyê re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi şandeya hikûmeta veguhêz a Sûriyê re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa koçberên Serê Kaniyê û êrîşên li ser karwanê koçberan hat nîqaşkirin. Di heman demê de jî duh parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê, bi hejmarek nûnerên rêxistinên navneteweyî û endamê tîma serokatiyê ya ji bo pêkanîna Peymana 29’ê çileyê Dr. Mistefa Ebdî re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh bi nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29`ê çileyê û parêzgarê Dêra Zorê Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa 2‘yemîn Ewad El Casim re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa koçberên Serê Kaniyê yên vedigeriyan warê xwe, êrîşên li ser wan hatine kirine û girîngiya kontrokirina ewlehiyê û parastina sivîlan hat nîqaşkirin.

Her wiha behsa girîngiya hesabpirsîna ji êrîşkaran vegotin.

Mazlûm Ebdî: Me li ser gelek çareseriyan li hev kirin

Mazlûm Ebdî di daxuyaniyekê de der barê civînê de wiha got:

“Ez bi pêşwaziya nûnerê serokatiyê birêz Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa 2‘yemîn birêz Ewad El Casim kêfxweş bûm.

Di serdanê de me behsa gelek dosya û dozên girîng ên têkildarî ewlehî û aramiya bajarê Hesekê, çareserkirina êrîşên li ser saziyên dewletê, dozên koçberên sivîl, her wiha lezandin û temamkirina entegrasyonê kir.

Me li ser gelek çareseriyan li hev kir.

Me atmosfêreke erênî û gavên cidî ber bi çareserkirina van dosyayan hîs kirin ku bikeve xizmeta ewlehî û aramiya Hesekê.”

Parêzgarê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serê Kaniyê gotûbêj kirin

Di heman demê de parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê, bi hejmarek nûnerên rêxistinên navneteweyî û endamê tîma serokatiyê ya ji bo pêkanîna peymana 29’ê çileyê Dr. Mistefa Ebdî re civiya.

Di civînê de beşdaran rêbazên piştgiriya koçberên ku vedigerin bajarê Serê Kaniyê û alîkariya kesên li wir dijîn û vegerandina wan bo malên wan, nîqaş kirin.

Her wiha rewşa binesazî û xizmetguzeriyê li bajar û gundewarên Serê Kaniyê û mekanîzmayên jinûveavakirin û pêşxistina wan nirxandin.

Di dawiya civînê de, bal hat kişandin ser rêbazên xurtkirina hewldanên ji bo başkirina şert û mercên jiyanê, dabînkirina xizmetên bingehîn û amadekirina jîngeheke guncaw.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye