Ji bo çavdêriya xebatên deriyê Nisêbîn û Qamişloyê serdan hat kirin

Xebatên ji bo vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê yê di navbera Sûriye û Tirkiyê de dewam dikin. Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê Tîma Serokatiyê, Ehmed Hîlalî, digel Rêvebirê Dergeha Sêmalkayê, Hemûd Hemûd, serdana dergeha Nisêbîn kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev serdan di çarçoveya amadekariyên vekirina Dergeha Nisêbînê de pêk hat.

Şandeyê qonaxên amadekariyê ku paqijkirina mayînan, paqijkirina cihê derî û temamkirina lêkolîna endezyariyê di nav xwe de digirtin, nirxandin.

Ev yek ji bo amadekirina bicihanîna pêdiviyên teknîkî û lojîstîkî yên pêwîst ji bo xebitandina dergehê pêk tê.

Hîlalî tekez kir ku deriyê Nisêbînê ji bo Hesekê projeyeke stratejîk e.

Vekirina vê dergehê wê vejandina bazirganiyê, veguhastina kelûperlan di navbera Tirkiye û Îraqê de di nava axa Sûriyê re û xurtkirina aboriyê bi xwe re bîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye