Di xwepêşandanê de xelkê daxwaza dabînkirina sotemeniyê û diyarkirina bihayên li gorî dahata welatiyan kirin.
Ev yek di demekê de pêk tê ku hêza kirînê kêm bûye û şert û mercên jiyan û xizmetguzariyê xirabtir bûne.
Piştî sîstema nû ya bihayê, ku bihayê lîtreyek benzîna 95-oktanî li ser 195 Lîreyên Sûriyî yên Nû û benzîna 90-oktanî li ser 185 SYP hatin diyarkirin.
Ev zêdetirî hefteyekê ye şêniyên Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybet daxwaza guhertina vê biryarê ji hikûmetê dikin.