Şêx Hikmet Hecerî di hevpeyvînekê de bal kişand ser yekbûna xwe ya bi Îsraîlê re û diyar kir ku ew wekî yekxwedaparêz beşeke vî welatî ne. Hecerî da zanîn ku ew li benda guherînên mezin ên herêmê ne ku ji aliyê welatên rojavayî û Amerîkayê ve bi rêya Îsraîlê tên arastekirin.
Rêberê Durziyan destnîşan kir ku aramiya parêzgeha Siwêdayê dê bibe bingeha aramiya herêmî. Hecerî daxwaz kir ku piştî arambûnê, divê herêm mafê serweriya tam û biryara çarenivîsa xwe bi dest bixe.
Ji dema rûxandina desthilata Esed ve, Şamê hewla kontrolkirina Siwêdayê daye lê bi ser neketiye. Di vê pêvajoyê de artêşa Îsraîlê ji bo piştgiriya Durziyan çend caran hêzên Sûriyeyê bombebaran kirine. Li Sûriyeyê nêzîkî 750 hezar welatiyên Durzî dijîn.