Li Idlibê teqînek pêk hat

Li bajarê Idlib ê Sûriyê depoyeke cebelxaneyê teqiya, di encamê de 14 kes hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Teqîn li nêzî bajarê Sarmeda yê li bakurê parêzgeha Idlibê, li ser rêya dirêj a Sermedayê pêk hat. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê argihand ku li herêma navborî depoyeke cebelxaneyê teqiyaye.

"Di teqînê de, 14 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn"

Ixbariye Sûriyê ku agahiyên xwe ji Gerînendetiya Tenduristiyê ya Idlibê girtine, bîlançoya teqînê eşkere kir.

Kenala Sûrî ragihand ku, 14 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Li gorî jêderê, ev dane ne ya dawî ye, ji ber ku rewşa gelek birîndaran giran e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye