Li gorî Elî Rencberî, berpirsê pêywendiyên Komeleyê , êrîş nêzîkî saet 10'an pêk hatiye.
Di encama êrîşê de zirarên madî çêbûne, lê tu kes nehatiye kuştin an birîndarkirin û Pêşmergeyên Komele di rewşeke baş de ne.
Komele ragihandiye ku ji destpêka şer ve, baregehên wan gelek caran bûne armanca êrîşên dronan.
ji destpêka şer ve zêdetirî hezar dron û mûşek li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û 156 kes jî birîndar bûne.