Sêşema bê wê karwanê 7'emîn ê koçberên Serê Kaniyê vegerin malên xwe

Vegera koçberên Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Roja sêşema bê, wê karwanê 7'emîn ê koçberan, ku ji 800 malbatî pêk tê, vegerin malên xwe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Endamekî ji komîteya Koçberên Serê Kaniyê ev agahî dan televizyona me.

Endamê komîteyê, wê 27'ê vê mehê karwanê 7'emîn yê koçberên Serê Kaniyê vegerin malên xwe.

Li gorî komîteyê, wê ev karwan 800 malbatên koçber di nava xwe bihewîne.

Niha 125 gund ji hebûna mayînan hatin paqijkirin û beş bi beş xelkê van gund vedigerin malên xwe.

21`ê vê mehê jî karwanê 6'emîn ê koçberên Serê Kaniyê ku ji 642 malbatî pêk dihat, vegeriyan warê xwe.

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ragihandibû ku heta niha derdora 3 hezar malbat ji 12 hezar malbatên koçber ên Serê Kaniyê vegeriyane li ser cih û warên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye