Şamê bi biryarnameyekê serweriya parêzgaran zêde kir

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê biryarnameyeke nû derxist. Bi vê biryarnameyê re, serweriya Parêzgar û Şaredaran hat zêdekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê çend desthilatên îdarî û darayî yên di bin banê Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê de radestî parêzgaran kirin.

 

Bi vê biryara nû re, Parêzgar dikarin rasterast biryaran bidin  û  karmendan di qadeke berfireh de tayîn bikin.

 

Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê ya Sûriyê ragihand ku hinek desthilatên di asta wezaretê de ji bo parêzgaran hatine veguhastin.

 

Armanca vê rêziknameyê ew e ku girêdana birêvebiriyên herêmî ya bi Hikûmeta navendî ve kêm bike û burokrasiya herêmî bilez bike.

 

Li gorî biryarê, êdî parêzgar dikarin li bajar û bajarokan, ofîsên xwe yên birêvebirinê ava bikin.

 

Her wiha desthilata tayînkirina rasterast a serokên meclîsên herêmî û diyarkirina pere û fonên endamên meclîsê dan parêzgaran.

 

Di qada darayî de jî tevgera parêzgaran bi awayekî berbiçav hat berfirehkirin.

 

Parêzgar, dikarin bêyî ku li benda erêkirina wezaretê bin, peymanên firotin, kirê û veberhênanê yên yekîneyên îdarî qebul bikin.

 

Di rêziknameyê de sînorê kirîna rasterast jî hat zêdekirin.

 

Bi vî awayî parêzgar ji bo projeyên diyarkirî, bûn xwediyê mafê peymanên bi awayê dan û standinê û serlêdana rêbaza pêşbirkê ya di îhaleyan de.

 

Rêziknameya nû tenê bi karên darayî sînordar nemaye.

 

Di warê jîngehê de jî desthilata "girtinê" dan parêzgaran.

 

Li gorî vê, parêzgar dikarin raporên kontrola jîngehê qebul bikin û derbarê tesîsên ku li dijî zagonan kar dikin biryara girtinê bidin.

 

Her wiha derxistina xelkê ji xaniyên dewletê yên yekîneyên îdarî, xistina lîsteya reş a mutehdên ku peymanê bin pê dikin û birêvebiriya karmendan jî ket destê parêzgaran.

 

Serweriya şaredarên navendên bajaran zêde bûn

 

Di çarçoveya heman biryarnameyê de  ne tenê parêzgar, desthilata Şaredarên navendên bajaran jî hat zêdekirin.

 

Şaredar, wê di pêvajoyên birêvebiriya bajarên xwe de înîsiyatîfên berfirehtir bi kar bînin.

 

 

Biryarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di dema dawî de, balê dikişîne ku hemwextî nîqaşên li ser sîstema xwe bi xwe birêvebirinê (nenavendî) li Sûriyê tê kirin.

 

Bi ketina meriyetê ya vê biryarnameyê re, hemû hukmên berê yên ku li dijî vê ne, hatin betalkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye